Talîmata Mexmûrê ji Sûdanî!

Talîmata Mexmûrê ji Sûdanî!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê piştî şer û pevçûnên do yên di navbera Hêzên Pêşmerge û yekîneyên artêşa Iraqê de li derdora Kampa Mexmûrê, banga hestyariyê kir û komîteyeke bilind ji bo lêkolînkirina bûyerê destnîşan kir.

Do piştî nîvro, hêzên Pêşmerge û leşkerên artêşa Iraqê li nêzîkî Kampa Penaberan a Mexmûrê, li ser kontrolkirina xalên ku berî niha ji aliyê PKKê ve hatibûn valakirin, bi hev ketin.

Berdevkê Leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê Yehya Resûl diyar kir, Sûdanî bûyer bi berfirehî şopandiye.

Resûl da zanîn, Sûdanî ji bo eşkerekirina sedema pevçûnê ferman daye komîteyeke bilind were avakirin û got, “Serokwezîr Sûdanî bang li hemû lîder û fermandaran kir ku tedbîrên xwe bigirin. Wî got, 'Bi hişyariyek mezin tevbigerin.' "

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin