PeyamaKurd – Piştî ku di sala 2018an de bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê hat dagirkirin, bûyerên revandin, kuştin, talan, dizî û îşkencekirinê heta niha jî berdewam in.
Herî dawî Malpera Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku Kurdekî Efrînê ji aliyên komên çekdarên ligel artêşa Tirkiyê ketine Efrînê ve hatiye îşkencekirin.
Li gorî Malpera Tora Çalakvanên Efrînê komên çekdar şêniyê Kurd yê bi navê Ehmed Şevî Bilal bi dijwarî îşkence kirine û dîmenên wî jî hatin belav kirin.
Dîsa li gorî ragihandina Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê jî roja duşema borî, dezgeha Ewlekariya Siyasî ya grûpên girêdayî Tirkiyê endezyarekî bi navê Menan Hebîb li Efrînê girtine û ber bi cihekî nediyar ve birine.
Herwiha li aliyekî jî nûçeyên ku darên zeytûnan têne birîn û zeyta Efrînê tê talankirina û firotin belav dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin