Ji bo navçeyeke din a di destê HDPê de qeyûm hat erkdarkirin

Ji bo navçeyeke din a di destê HDPê de qeyûm hat erkdarkirin

PeyamaKurd - Li şuna Hevşaredara Qoserê Nilıfer Elik Yilmaz Qaymeqamê Qoserê wekî qeyûm hat erkdarkirin.

Hêzên ewlehiyê îro Duşemê (04.11.2019) nehiştin ku hevşaredara navçeya Qosera Mêrdînê, Nilufer Elik Yilmaz têkeve avahiya şaredariya. Yilmaz li deve derî got ez bi dengên gel hatime hilbijartin û çawa nahêlin ez têkevim avahiyê.

Yilmaz di hilbijartinan de dengê 79 hezar û 239 ango (%70.45) wergirtibû û bûbû şaredara wê navçeyê.


Bi Şaredariya Qoserê re hejmara qeyûman bo şaredariyên HDPê hatine erkdarkirin derket 15yan. 

Şaredariyên ku heta niha qeyum bi ser de hatiye tayîn kirin wiha ne:

  • Şaredariya Amedê
  • Şaredariya Mêrdînê
  • Şaredariya Wanê
  • Şaredariya Colemêrgê
  • Şaredariya Gogsi
  • Şaredariya Peyasê
  • Şaredariya Pasurê
  • Şaredariya Nisêbînê
  • Şaredariya Cizîrê
  • Şaredariya Erdişê
  • Şaredariya Gever
  • Şaredariya Qarazê
  • Şaredariya Bismilê
  • Şaredariya Mehmûdî
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin