Amerîkayê dorpêçan danî ser Çînî yan

Amerîkayê dorpêçan danî ser Çînî yan

PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê bi sedema ku dermanê bi navê “Fentanil” revandine, di derbarê 5 kesên Çînê û 2 şîrketên Çîniyan dorpêçê danî û navên wan xiste nava lîsteyê. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo  bi nivîskî ragihand ku dermanê ji haşhaşê tê bidestxistin û bo êşbirê tê bikaranîn, hem bo hişbirê jî weka maddeyekî tê bikaranîn, dermanên sentetik opioid, 5 Çîniyên ku wan bi qaçaxî difroşin û bo 2 şîketên Çîniyan dorpêçan danîne û wan xistine nav lîsteyê.

Rêvebiriya Amerîkayê dibêje ku ev dermanê bi navê fentanil ji Çînê di rêyên qaçax de dibin Amerîkayê û ev biryar li dijî fentanilê û dermanên opioidin ku van dermanan bûye sedema mirina bi hezaran mirovên Amerîkayî û dorpêç perçeyekî ji têkoşîna li dijî wan e.

Çînî yên bi navên Ji Songyan, Zhan Longbao, Cheng Guifeng, Zheng Guangfu, û Hu Qi û 2 şîrketên bi navên Wuhan Livika Technology Co. Ltd. û Global United Biotechnology Inc.ê xistine nava lîsteyê û dorpêçan danîne ser wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin