PeyamaKurd – Bexda, ji ber gefên milîsên koma Esayîb Ehl el-Heq ên li dijî Amerîkayê û Hikûmeta Iraqê tevlihev bû û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî, bo şopandina rewşê daket qadê.
Dije-Terora Iraqê, piştî çend fermandarên milîsên koma Esayîb Ehl el-Heq bi tohmeta êrîşkirina ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê desteser kirin, çekdarên wê komê di vîdeoyekî de gef li Amerîka û Hikûmeta Iraqê xwar û bi vê yekê alozî ket navbera Esayîb û Dije-Terorê.
Li gor K24ê daye zanîn: “Derengê şeva borî, Mistefa Kazimî ji bo şopandina rewşa ewlehiyê ya Bexdayê, serdana deverên Kerx û Resayê kir.”
Heman çavkanî diyar dike: “Yek ji fermandarên Esayîb ku Husam Zirêcawî ye, pênc roj ji aliyê dezgeha îstixbaratê ya Iraqê ve bi tohmeta êrîşa mûşekî ya hefteya borî ya ser Devera Kesk û Balyozxaneya Amerîkayê hatibû desteserkirin. Duh çend çekdarên ser bi Esayîb bi çekên giran û sivik, çûn ser Serbazgeha Tacî ji bo azadkirina wî, piştî rûbirûbûna wan li hember hêzên ewlehiyê, çend çekdarên wan hatin desteserkirin, Serokê Esayîbê Ehlê Heq Qeys Xez'elî daxwaza bilez berdana wan dike û Mistefa Kazimî jî dibêje ku lêpirsîna wan a dadgehê dê çarenûsa wan diyar bike.”
Herwiha hat eşkerekirin, Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim E'recî li ser vê mijarê, ji bo çareserkirina aloziyê, navbeynkariya Mistefa Kazimî û Qeys Xez'elî dike.
Li aliyê din Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez banga xwe li cîranê me yê xoşewîst Komara Îslamî ya Îranê dikim, eger hûn rêz li serweriya Iraq û hikûmet û serxwebûna wê digrin, Iraqê ji milmilaniyan dûr bixin.”
Muqteda Sedir Amerîka jî bi hêzeke "dagirker" bi nav kir û got: “Ez hişyarî didim aliyê dagirker, ku Iraq aliyekî vê milmilaniyê nîne û em niha bi avakirina Iraqê ve mijûl in.”
Aloziyên li Bexdayê, ligel nêzîkbûna salvegera kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis hevdem e, ku di 3.1.2020an de di encama êrîşa balafireke bêfirokevan a Amerîkî de, bi fermana Donald Trump li nêzîkî Balafirgeha Bexdayê hatibûn kuştin.
Çend roj berî niha, komên çekdar gefa tolhildanê li hêzên Amerîkayê xwaribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin