Bexda: Pizîsk daketin kolanan û daxwaza kar kirin

Bexda: Pizîsk daketin kolanan û daxwaza kar kirin

PeyamaKurd - Li paytexta Iraqê Bexdayê Derçûyiyên fakulteya bijîşkî yên hemû parêzgehên Iraqê, îro ji bo şeşemîn car li Bexdayê xwepêşanê li dar bixin li hev civiyan.

Derçûyiyên ku li ber avahiya Wezareta Darayî ya Iraqê kom bûn, ji hikûmetê daxwaza kar kirin.

Yek ji xwepêşanderan li pêşiya Wezareta Darayî ya Bexdayê ji K24ê re got: “Em derçûyiyên beşên pizîşkî ne û daxwaza kar dikin. Heta ku em neyên tayînkirin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Xwepêşanderekî din jî got: “Em bang li Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî dikin ku daxwazên me bicîh bîne. Dema ku em diçûn zanîngehê, qanûnek hebû ku divê em bên tayînkirin, lê belê heya niha em nehatine tayînkirin. Em 61 hezar derçûyî ne, em careke din daxwaz ji Wezîrê Darayî û Serokwezîr dikin ku me tayîn bikin.”

Xwepêşanderekî din jî got: “Divê hikûmeta Iraqê tayînkirina me di bûdceyê de bicih bike, çawa ev yasa hat guhertin em nizanin, ji ber ku li gorî yasaya ku hebû, tayînkirina me neçarî bû.”

Hevdem, xanenişînên parêzgeha Zîqarê rêya sereke ya di navbera nahiyeyên Fecir û qezaya Refaî de girtin û daxwaz ji Parêzgarê Ziqarê kirin ku li gorî rênimayiyên serokwezîr, zeviyan ji wan re terxan bike û bide wan.

Li parêzgeha Ziqarê jî derçûnên zanîngehan li ber avahiya Parêzgariyê xwe pêşan dan û daxwaza kar kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin