PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Bûldan, di 9emîn salvegera komkujiya Roboskê de ku 34 kes bi bombeyên balafirên tirk hatibûn kuştin beşdarî merasîma li goristana Roboskê bû.
Bûldan di axaftina xwe de got: “Komkujiya Roboskî êşek bêdawî û bêtarîf e. Helbet ne qezayek e. Ev komkujiyek eşkere ye. Dewlet û hikumetê bi zanebûn û bi xwestek bombeyan bi ser gelê Roboskî de barand. Ev komkujî eşkereyî hat kirin. Vê dîrokî bi salane şahidiya van êşan kiriye. Ev çiya, ev kevir û însanên li vir dijîn hafizeya pêvajoya êşên li vir in. Roboskî bîra sûcê li dijî kurdan hatiye kirinê ye. Li ser vê axê gor tên xerakirin û sûcê mirovahiyê tê kirin. Qet û qet wê ev komkujî neyê jibîrkirin û helbet wê rojek hesabê wê were pirsîn.”
Bûldan herwiha mikur hat ku kêmasiyên HDPê jî çêbûne ku doza Roboskê negihandiye Dadgeha Mafên Mirovan û wiha pê de çû:
“Ez dixwazim bêjim heta ev mesele were çarserkirin û pêvajoya hiqûqû û siyasî bigihîje zelaliyê çi ji destê me were em ê bikin. Di wê serdemê de hin kêmasî qewimîne. Malbatên Roboskî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane lê belê ji ber ku Baroya Şirnexê evraqên kêm dabû, AYM’ê vê dosyeyê ji ber evraqên kêm qebûl nekiriye. Ji ber rêyên hiqûqî yên li Tirkiyê qediyan, malbatan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’ê bi hêceta ku rêyên hiqûqa navxweyî neqediyaye dozê qebûl nekir. Di vî warî de kêmasiyên evraqan ên Baroya Şirnexê hene. Ji bo yên van kêmasiyan kirine derkevin holê, berpirsiyartiyek dîrokî ye. Helbet yê me wek HDPê jî di warê hiqûqî de hin kêmasî çêbûne. Pêvajoya şopandin û kontrolê baş pêk neaniye. Me pêvajoya hiqûqê baş neşopandiye. Ev jî kêmasiyek me ya mezin e.”
Bûldan ji bo doza Roboskê bang li deshilatdariya Tirkiyê kir û got: “Hûn neçarin vê rûpelê dîsa ji nûve vekin. We gotibû ‘Wê ev komkujî di korîdarên tarî yên Enqereyê de nemîne.’ Lê belê ev bûyer hêj di korîdorên tarî yên Enqereyê de tê veşartin. Lê pêwîste ev komkujî demildest ji wan korîdorên tarî were derxistin û bigihîje zelaliyê û kujer û berpirsiyar werin cezakirin. Dîsa dixwazim bêjim ‘we gotibû wê ev li korîdorê tarî neyê windakirin.’ Lê belê ev hêj di korîdorên tarî yên Enqereyê de daliqandî tê sekinandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin