Bûldan: Daraza ku nikare bi ser karên mafyagerî de biçe, doza girtina HDPê kiriye mertal!

Bûldan: Daraza ku nikare bi ser karên mafyagerî de biçe, doza girtina HDPê kiriye mertal!

PeyamaKurd - Hevseroka Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) Pervin Buldan li ser doza girtina HDPê bal kişand ser mikurhatin û îfşaatên mafyagerê Tirk Sedat Peker û got, “Doza girtina HDPê ji pergala Mafyayê re bûye mertal.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a  Gelan HDPê Pervin Buldan di  koma partiya xwe ya parlamenê de axivî û bal kişand ser rewşa daraza Tirkiyê û got, kesên tawanbar nayên cezakirin lê kesên li dijî tawankaran deng derdixin û li dadê digerin têne darizandin.

Buldan li ser îdiayên Sedat Peker bibîr xist, “Gel çend roj in diqîre û  dibêje ma dozgerek tune ku lêkolînê li ser wan îdayên ku serê wan dighije qesrê bike. Hemû çav li ser daraz û dada vî welatî ne.”

Pervîn Bûldan li ser ji nû ve şandina doznameya girtina HDPê bo Dadgeha Destûrê jî got, “Hevalên birêz hûn dizanin ew daraza ku lê tê gerîn li kuderê derket? Doh careke din di doza girtina HDPê de derket. Ew çala ku daraz ketiye nav em dibînin. Belê ew daraza ku nikare bi ser rêxistinên tawanî de biçe, car din bi destpêkirina doza girtina HDPê, careke din ji pergala mafyayê re bûye mertal.”

Buldan diyar kir, “Çi dema ku ev qirêjiyên wan derdikevin holê, çi dema ev bêhiqûqî û neheqî eşkere bibin, wê demê careke din HDP û Kurd têne bîra wan. Wek a ku doh bûye. Rakirina hiqûqê û Destûra Bingehîn ya vê desthilatê, ji bo van roja ye; bo mafyayê qet lêkolînan neke, HDPê bigire. Her di salvegera 7ê Hezîranê de hevalno ev yek pêk hat. Doh 7ê Hezîranê bû. Di salvegera hilbijartinên 2015ê de careke din li dijî HDPê doza girtinê vekirin. Belê wek di doza Kumpasê ya Kobanê de em careke din rûbirûyî operasyoneke qirêj ya siyasî ne.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin