PeyamaKurd- Li ser îdiayên êrîşa Rusyayê ya li dijî Kievê ku bû mijara nîqaşan, ji aliyê Berdevkê Kremlînê ve bersiv hat dayîn. Berdevk Dimitriy Peskov ragihand ku wan ne bi balafirên Îranê, bi yên xwe li Kievê daye.
Piştî êrîşên Rusyayê yên li dijî paytexta Ukraynayê ya Kievê, ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve dîmen hatibûn parvekirin ku êrîş bi balafirên bêmirov ên Îranê hatine kirin.
Li ser van îdiayên Ukraynayê, ji aliyê Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov ve hat ragihandin ku hêzên wan, êrîşa li dijî Kievê bi balafirên Rus kirine. Peskov amaje kir ku di derbarê balafirên bêmirov ên Îranê de tu agahiyeke wî tuneye.
Peskov got, “Em teknolojiya Rus bi kar tînin. Tu agahiyeke me di derbarê balafirên bêmirov ên Îranê yên întîxarê de tunene.”
Li ser bûyerên ku di rojên dawîn de tên kirin, ji aliyê Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy û Serokê Ofisa Serokatiya Dewleta Ukraynayê Andriy Yermak ve hatibû ragihandin ku Rusya bi balafirên Îranê yên bêmirov ên întîxarê yên Şahid êrîş kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin