PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser pêvajoya şerê navbera Rusya û Ukraynayê axivî. Biden da zanîn ku hêzên Ukraynayê di şer de pêşve diçin lê demeke dirêj hewce ye.
Joe Biden, li eyaleta Delawareyê, li ser rewşa dawî ya şerê navbera Rusya û Ukraynayê, pirsên rojnamevanan bersivandin.
Biden, li ser pirsa “Gelo hêzên Ukraynayê di qada şer de gihîştine xaleke xeternak yan na?” bersiv da û got ku
“Ev pirs, bê bersiv e. Gotina wê zehmet e. Hêzên Ukraynayê, di qada şer de bi pêş ve çûne lê belê ez wisa difikirim ku ew ê pêvajoyeke dirêj berdewam be.”
Şerê navbera Rusya û Ukraynayê, 24ê Sibatê dest pê kiribû û heta niha bê navber dewam dike. Hêzên Ukraynayê ku heta dawiya meha tebaxê di berevaniyê de bûn, di dawiya meha tebaxê de dest bi êrîşan kirin û gelek herêmên li rojhilat û rojavayê welêt, car din bi dest xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin