PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di nava 24 seatan de, bêhtirî 462 êrîşên ezmanî û bejahî li Idlibê û derdora wê pêk hatine û bi giştî 72 kes hatine kuştin û hêzên rejîma Sûriyê jî gundekî Idlibê xistine kontrola xwe.
Li gorî ragihandina SOHRê, digel bombebarankirina balafirên Rûsî, rejîmê deverên el-Tuh- Til Şîh, Um Tîna û Ferca li gundewarê Idlibê yê başûr-rojhilatî kirine armanc û li erdê şerekî giran di navbera herdu aliyan de rû daye.
Çavdêriyê da xuyakirin ku 38 ji komên çekdar û 23 leşkerên rejîmê di şerê navborî de hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne ku rewşa gelekan ji wan pir xedar e.
Li gorî raportê rejîma Sûriyê bi pêş ve çûye û deverên bi navê Xerîba û Rebîa kontrol kiriye ku li gorî nûçeya Sputnikê jî rejîmê gundê Um Celal ê gundewarê Idlibê xistiye kontrola xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin