PeyamaKurd - Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî (BCF) li Kerkûkê diyarî û alîkarî li zarokên ku bi nexweşiya penceşêrê ketine belav kirin.
BCFê bi minasebeta 15 Sibatê Roja Cîhanî ya Zarokên bi Nexweşiya Penceşêrê ketine li Kerkûkê xelat û alîkarî li zarokên nexweş û malbatên wan belav kir.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di bin navê “Em hêvî û ken in ji bo we” û bi amadebûna berpirsê tenduristiya Kerkûkê Dr. Nebîl Boşnaq diyarî dan zarokên nexweş.
Herwiha tîma BCFê 50 pakêt xurek jî pêşkêşî malbatên wan zarokan kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin