PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistan li ser biryara nehiştina qaçaxçîtiyê li sînoran a hikûmeta Kurdistanê, dest bi pêkanîna hêza hevbeş a Pêşmerge bo sînoran kir.
Parlementerê Kurdistanê û endamê komîsyona navxwe û asayişê Nizar Mela Xefar ragihand, wezaretên Pêşmerge û navxwe dest bi pêkanîna wê hêza hevbeş kirine ku biryar bû ji bo nehîştina qaçaxçîtiyê li deriyên sînorî were bicihkirin.
Nizar Mela Xefar got, her du wezaret mijûlî destnîşankirina pêkhateya wê hêz û cihê ku lê bicih bibe ne.
Parlamentarê Kurdistanê da xuyakirin, ew hêza hevbeş ji bilî wê yekê ku pêşiya qaçaxçîtiyê digire, dê bibe sedema ku dahata deriyên sînorî vegere xezîneya giştî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin