Amerîka, NATO û YA yê referandûma li Donetsk û Luhansk ê qebûl nakin

Amerîka, NATO û YA yê referandûma li Donetsk û Luhansk ê qebûl nakin

PeyamaKurd – Li Ûkraynayê herêmên Donetsk û Luhansk bi desteka Rûsyayê serxwebûna xwe ragihandibûn û niha ji bo bi federasyona Rûsya ve bên girêdan, ji aliyê meclis û parêzgehên herêmê de biryara referandûmê hat dayîn. Eger referandûm di leha veqetandinê de encam bide, wê bi federasyona Rûsya ve bên girêdan. Biryara referandûmê bû sedema bertekên hinek terefan. Amerîka, NATO û Yekîtiya Awrûpayê encama referandûmê qebûl nakin û li hemberê biryarê derketin.

Şêwrimendê ewlehiya netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan weha got:

“Rûsya ji bo axa Ûkraynayê îlhaq bike, me zanibû wê referandûmê bikarbîne. Em encamê qebûl nakin.”

Li ser mijarê sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg jî got:

“Ev tê wateya ku wê şerê Putin zêdetir bibe. Ti rewatiya hilbijartina sexte tine. Divê civaka navdewletî vê îhlala hûqûqê aşkera şermezar bike û desteka xwe ya ji bo Ûkraynayê zêdetir bike.”

Nûnerê bilind yê karên derve û ewlehiyê yê Yekîtiya Awrûpayê Josef Borrell jî di derbarê mijarê de bi nivîskî weha got:

“Ev hewla Rûsyayê ye ku dixwaze kontrola xwe ya leşkerî ya li dijî qanûn rewa nîşan bide. Dixwaze sînorê Ûkraynayê bi xorê biguhêre. Em dengdanên weha şermezar dikin. Ti girîngiya encama referandûmê tine û wê ti dewletekî endamê YA yê encamê qebûl neke.”

Herêmên Luhansk û Donetskê ji hev cuda ragihandin ku wê referandûm di navbera 23 yê êlûnê û 27 ê êlûnê de bibe. Qanûna ku ji bo referandûmê di meclisan de hatiye qebûl kirin, eger referandûm di leha wan de encam bide, li gor qanûn, wê herêm bi Federasyona Rûsya ve bên girêdan. Rûsya jî biryara referandûmê bi dilxweşî qebûl kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin