PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku beşeke mezin a kêşeyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûbirû dibe ji ber destpêkirina reforman e û got, "Hewldanên hikûmetê ji bo cîbicîkirina proseya reforman, ligel berjwendiyên hinek aliyan nagunce."
Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed di merasîma destbikarkirina Qaymeqamê nû yê navçeya Soranê de got: “Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî, cîbicîkirina proseya reforman û xizmetkirinê, kiriye karê xwe yê ewil û ev kabîne li ser cîbicîkirina bernameya çaksaziyê berdewam dibe û divê ev prose bi ser bikeve.”
Rêber Ehmed destnîşan kir, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser xizmetguzariyan berdewam dibe û hemû hewldanên xwe dide, da ku ew xizmetguzariyên li navendên parêzgehan hene, ji bo bajar û bajarok û gundan jî veguhezîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin