PeyamaKurd – Berdevkê wezareta kar û barên derve yê dewleta Çînê Lin Jian, biryara givaşa ser wezîrê karên bergiriyê yên ser Fîlîpînê Gilberto Teodoro û malbata wî ragihand.
Lin, ragihand ku Teodoro li dijî Çînê dijminahiyê dike, çûna wî û malbata wî ya jin û zarokên wî bo axa Çînê, Hong Kong û Makaoyê qedexe kirine.
Lin, got ku ji bo parastina desthilat, ewlehî û berjewendiyên geşepêdana Çînê, biryarê dane ku Gilberto Teodoro, jina wî û zarokên wî neçin Çînê, Hong Kongê û Makaoyê. Dezge û kesên Çînî dê bi wî re, bi jina wî û zarokên wî re ti karî nekin û nehêlin hevkariya wan bêkirin. Lin, weha dewam kir:
“Daxwuyaniyên Teodoro ji rastiyan dûrin, mijaran tevlihev dike, Çînê reş dike, her tiştî ji bo xwe dixwaze. Zêdekirina gengeşeyên di navbera Çînê û Fîlîpînê de, tişta zerarê dide wan, leystikên çend kesên weka Teodoro ne. Kiryarên weha, berjewendiyên xelkê Çînê û Fîlîpînê dixe talûkê.”