PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Lubnanê encamên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Lubnanê eşkere kir.
Li gorî encamên hatine eşkerekirin, aliyên siyasî yên hevpeymanên Hizbullaha Lubnanê ya Îran piştevanê wan dike, tenê 62 kursî bi dest xistin û piraniya xwe ya li parlamentoyê winda kirin.
Ji bo Hizbullah û hevpeymanên wê bikarin piraniya parlamentoyê bi dest bixin pêwîstiya wan bi 65 kursiyan hebû.
Li gorî encamên hatine ragihandin, 27 kursiyên şîeyan hatine parastin û Partiya Xrîstiyanên Lubnanê ya ku Erebistana Siûdî piştevaniya wan dike jî hejmara kursiyên xwe ji 15an derxistiye 18 kursiyan.
Li welatê Lubnanê ku çend salên dawî rûbirûyî krîza aborî û siyasî bûye, di deshilatê de sîstema mezhebî ya ji 18 mezhebên olî pêk tê heye.
Li gorî wê sîstemê di parlamentoyê de; 27 kursiyên sunî, 27 şîe,, 8 durzî, 34 xrîstiyanên marûnî, 14 ortodaksên grek, 8 katolîkên grek, 1 evanjelik, 1 katolîkên ermen, 5 ermenên ortodoks, 2 elewî û 1 kursiyê xrîstiyan cî distîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin