Artêsa Iraqê 3 fuzeyan bidest xist

Artêsa Iraqê 3 fuzeyan bidest xist

PeyamaKurd- Artêşa Iraqê ragihand ku wan hinek fuzeyan bidest xistiye. Fuzeyên ku behsa wan dikin, wê biavêtina baregeha Amerîkayê ya leşkerî ku dikeve rojavayê Iraqê. Medya wezareta bergiriyê ya Iraqê bi awayeka nivîskî weha ragihand:

“Tûxaya 7 emîn ya bi ser fermandariya operasyonên El-Cezîre, 3 fuzeyan xistiye dest ku dê bihatina avêtin bo baregeha Amerîkayê ya li bajarê Anbarê ya bi navê Eynul Esed.”

Li gor wezaret dibêje bi 15 deqe berya êrîş pêk were, fuzeyan bidest xistine. Lê nehat gotin bê fuze di destê kê de hatine girtin an dê êrîş ji aliyê kîjan hêzê de bihata kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin