PeyamaKurd - Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên ku duh li Azerbaycanê hatin kirin, Îlham Aliyev ji sedî 92ê dengan stand û cara pêncemîn wek Serokkomarê Azerbaycanê hate hilbijartin.
Serokê Komisyona Navendî ya Hilbijartinan a Azerbaycanê Mazahir Panahov di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku li vî welatî ji sedî 93yê dengan hatine jimartin û li gor van encaman Îlhan Aliyev ji sedî 92.05ê dengan bidest xistiye.
Dengên namzetê herî nêzî Aliyev ji sedî 2,19 ma. Beşdariya hilbijartina serokomariyê ya vî welatî ku 7 namzed beşdar bûn, ji sedî 76,7 bû.
Penahov diyar kir ku di hilbijartinê de 4 milyon û 971 hezar hilbijêr dengê xwe dane û diyar kir ku rêjeya beşdarbûnê ji sedî 76,73 ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin