PeyamaKurd - Hikumeta Qibrisê ragihand ku bi beşdariya wan li Rojhilatê Derya Spî rahênana leşkerî îro dest pê dike û 6ê Kanûnê jî bidawî dibe.
Wezareta Berevaniya Qibrisê da xuyakirin, di tetbîqata leşkerî ya Rojhilatê Derya Spî de Fransa, Yûnanistan, Misir, Îmarat û Qibris bi armanca geşkirina hevkariya berevaniyê û operasyonan beşdarî dikin.
Hat diyarkirin ku wê rahênanên leşkerî yên hevbeş ên asmanî û deryayî jî bên kirin.
Beriya niha jî Qibrisê ragihandibû ku helwesta Tirkiye û tevgera wê li rojhilatê Deryaya Spî, rê li ber danûstandinan digire û bang li Tirkiyê kiribû ji vê hewlesta xwe vegere.
Li aliyê din Berpirsê pêwendiyên derve yê Yekîtiya Ewropa Josép Borrell jî gotibû, helwesta Tirkiyê ya derbarê Qibrisê de aloziyê kûrtir dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin