PeyamaKurd – Mercê Bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî, derbarê êrîşa balafirên Amerîkayê bi ser bingehên Heşda Şeibî de daxuyanî da û êrîş şermezar kir.
Malpera fermî ya Elî Sîstanî bi daxuyaniyekê ragihand ku Sîstanî bombardimana Amerîkayê şermezar dike ku komeke çekdarên ser bi hêzên fermî yên Iraqê kiriye armanc û bûye sedema mirin û birîndarbûna hejmareke mezin ji wan.
Herwiha Sîstanî daxwazê dike ku rêz li serwerîya Iraqê bê girtin û nabe bi sedema bersivdana karên neyasayî yên hinek aliyan serweriya Iraqê bê binpêkirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku pêwîste Iraq nebe qada şer û milmilaneyên aliyan û destwerdan di karê navxweyî yê Iraqê de neyê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin