Peykerê Tehsîn Taha li parkeke nû ya Duhokê hat danîn

Peykerê Tehsîn Taha li parkeke nû ya Duhokê hat danîn

PeyamaKurd– Li bajarê Duhokê koçberekî Kurd ê Êzidî peykerê hunermendê Kurd Tehsîn Taha çêkir.

Hat ragihandin ku peykerê hunermendê Kurd Tehsîn Taha li parkeke nû ya Duhokê hatiye danîn ku heta niha jî navê wê nehatiye diyarkirin, lê tê pêşniyarkirin ku navê wê bibe Parka Tehsîn Taha.

Huner Reşîd da zanîn ku bilindahiya peykerê ku ji aliyê hunermedekî Kurdê Êzidî ve hatiye çêkirin 3 metre ye û nêzîkî tonekê giraniya wî heye û li Başîqayê hatiye çêkirin.

Peylertiraş dibêje ku wî di heyama çar mehan de peykerê hunermend Tehsîn Taha bi madeyeke gelek bi hêz temam kiriye.

Peyker li navçeya Başiqayê hatiye çêkirin.

TEHSÎN TAHA KÎ YE?

Tehsîn Taha, di 25 gulana 1941ê de li navçeya Başûrê Kurdistanê li Amêdiyê hate dinyê. Taha, bi alîkariya bavê xwe yê hozan Taha Mihemed, perwerdeya muzîkê bûye. Herwiha li ber destê Mihemed Arîf Cizîrî maye. Di sala 1958an de di raydyoya Baxdayê de yekem strana xwe gotiye.

Di sala 1961ê de di pêvajoya şoreşa Başûrê Kurdistanê ji ber ku ji mîtîngên xwendekaran re pêşengî kiriye hate girtin.

Di sala 1964an de serbest hat berdan. Di muzîka Taha de taybetmendiya herî bingehîn pakiya wî ya di gotinê de, zêdebûna hestan û bikaranîn û hunandina motîfên çandî ye.

Hunermendê navdar Tehsîn Taha di 28ê Gulana 1995an de li Holendayê koça dawiyê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin