Îran û Kanada li ser bûyera bafirê hatin cem hev

Îran û Kanada li ser bûyera bafirê hatin cem hev

PeyamaKurd-Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf li payîtexta Ummanê, li Muskatê bi wezîrê karên derve yê Kanadayê bi François-Philippe Champagne re hatin cem hev. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Îranê her dû alî li ser balafira ku hat xistin axifîn.

Her dû wezîr bo bûyerê xemgîniya xwe anîn ziman û behsa hevkariya her 5 welatan ku hemwelatiyên wan di qezayê dejiyana xwe ji dest dabûn, bo karên wan yên teknîkî, konsolosî û hûqûqî kirin.

Biryar hat dayîn ku her dû wezîr di demeka nêz de car din werin cem hev.Hevdûıtin li ser daxwaza wezîrê Kanadayê li Muskat a Ummanê çêbû ji berk u Zarîf ji sefera xwe ya Hindistanê dadigeriya.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin