Rûsya: “Em hewl didin ku Îran û Îsraîl neyên hemberî hev”

Rûsya: “Em hewl didin ku Îran û Îsraîl neyên hemberî hev”

PeyamaKurd - Balyozê Rûsyayê li Tehranê Levan Jagarian ragihand ku, welatê wî derbarê vekişîna hêzên Îranê ji Sûriyê li gel Îranê tu guftûgo nekirine.

Balyozê Rûsyayê li Tehranê Levan Jagarian ji ajansa Interfaxê re ragihand, em çawa dikarin mijara vekişîna hêzên Îranî ji Sûriyê gotûbêj bikin, ev pirs tenê girêdayî bi hikûmeta Sûriyê ve ye û rêjima Beşar Esed dikare vê mijarê çareser bike.

Levan Jagarian red kir ku nakokî li ser vekişîna Îranê ji Sûriyê, di navbera Moskova û Tehranê de hebe û got, Rûsya hewl dide ku Îran û Îsraîl li Sûriyê bi çekan rûbirûyî hev nebin.

Ev daxuyaniya Balyozê Rûsyayê di demekê de ye, ku medya Îsraîl û welatên rojava amaje dikin, piştî hevdîtina Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Helsinki, biryar e ku  Rûsya Îranê qayil bike ta hêzên ser bi wê ve ji Sûriyê vekişîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin