PeyamaKurd – Kesek bi hêzeke leşkerî girt ser Rêveberiya Kiştûkal a Helebcê û li ser parçeyekî zeviyê li gundekî Helebcê gef xwarin û got, divê pirsgirêkê li gor berjewendiya wan çareser bikin, eger na wê cotkarên gund bikujin û parê xwîna wan bidin.
Rêveberê Kiştûkal a Helebcê Sitar Mehmûd di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir: “Li ser parçe zeviyekî gundê Baxekon a li nahyeya Biyare ya parêzgeha Helebcê ku di navbera cotkarên gund û xwediyê mulk ê bi navê Şazad Kerîmdaye ye û di sala 1975ê de li gor yasaya reforma kiştûkal erden cotkar û xwediyên mulk hatine cudakirin, lê xwediyê mulk wê biryarê red dike û bi gelek rêyan ve hewla bandor ava kirinê dide. Berî çend rojan jî birayekî wî hate mala me, lê hewldanên wî bê encam bûn. Ji ber derveyî yasayê bûn, ji ber wê jî bêhêvî bûn, vê carê bi hêzeke leşkeri ya zêdetir ji 10 çekdaran ve girtin ser Rêveberiya Giştî ya Kiştûkal, ku du kes ji wan raîd û neqîb bûn û hatin odeya rêveberiya giştî ji bo gefxwarinê ku bandorê li ser biryarê çêbikin û gotin divê yasa vê pirsgirêkê li gor berjewendiya me çareser bike. Eger na “Em ê cotkaran bikujin û bihayê xwîna her cotkarekî jî hezar dolar e û em amadene wê jî bidin.’’
Herwaha eşkere kir: “Di pêngava duyem de, piştî çend rojekî avêtin ser cotkarên gund û ew eziyet kirin, me doz vekir û heta naha ew hêze bi azadî digerin û tu tiştek li gel wan nehatiye kirin. Ji bo vegerandina îtîbara rêveberiyê, em daxwaz dikin sînorek ji bo wê taxim û komê bê danîn, ku bi navê Pêşmerge û cilê pîroz ên Pêşmerge ve davêjin ser saziya hikûmetê ya kiştûkalê.
Di dawiyê de jî destnîşan kir: “Wezareta Pêşmerge û hêzên 70 divê pêkanînên leşkerî çiyê wê li gel wan bikin, ku careke din curetê nekin bi navê Pêşmerge bê bikaranîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin