Ressam Helen La France di 101 saliya xwe de wefat kir

Ressam Helen La France di 101 saliya xwe de wefat kir

PeyamaKurd – Temsîlkara hunera resîm ya nûjen ya Amerîkayê, ressama Afroamerîkayî Helen La France di 101 saliya xwe de li mala xwe ya eyaleta Kentuckyê li bajarê Mayfieldê wefat kir.

Ressama nûjen bêhtir rismên ciyê xwe yê ku lê ji diya xwe bûye, yên li derveyê bajarê xwe bi taybetî yên li gundan, resmên dêran, cenaze û hevdîtinên malbatan, di sahneyeka pastoral de, bi navê xebata ‘Tabloyên Bîrê’ xebitiye û tê naskirin. Berhemên Le France di muzeyên Amerîkayê û Awrûpayê de hene û di kolleksiyonên çêkerê bernameyên tv yê yên weka Oprah Winfrey de hene.

La France, ji malbatekî feqîrê û ew xwe, bi xwe perwerde kiriye an bi xwe hînê çêkirina resman bûye. Bi salan di hilberîna karê titûnê de xebitiye, li nexweşxaneyekî û fabrika seramîk xebitiye. Piştî 60 saliya xwe karibiye wextê xwe bi temamî bide karê çêkirina resman.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin