PeyamaKurd – Xwişk û parêzara Selahattîn Demirtaş, Ayşegul Demirtaş îro li ser medya civakî ragihand ku 26ê Mijdarê Demirtaş li qawîşa girtîgeha Edirneyê bêhiş ketiye û tenê hevalê wî yê qawîşê Abdullah Zeydan alîkarî dayê û ew ranekirine nexweşxanê.
Li gorî xwişka Demirtaş, 7 roj bi ser bêhişketina wî de derbas bûne, lê wî ji bo pişkinînên pizîşkî ranakin nexweşxaneyê û rêveberiya girtîgehê jî ji wan re wekî sedema sewq nekirina nexweşxanê ‘ewlekarî’ nîşan daye.
Ayşegul Demirtaş dibêje, pirsgirêka Demirtaş a dil heye û dema ketiye jî serdilê wî êşiyaye û tenê li girtîgehê EKG şerîta dil hatiye kişand û ew nebirine nexweşxaneyê.
Piştî parvekirinên Ayşegul Demirtaş, li ser medya civakî kampanyayek bo Selahattîn Demirtaş ji aliyê hezkar û alîgirên wî ve hatiye destpêkirin ku tê xwestin, demildest were berdan û tedawiya wî li nexweşxaneyê bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin