Nêçîrvan Barzanî: Hevdengî çêbibe emê pistgiriya namzedê serokwezîriyê bikin

Nêçîrvan Barzanî: Hevdengî çêbibe emê pistgiriya namzedê serokwezîriyê bikin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê bi Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert  û şanda pê re civiya.

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de got, heger namzedê serokwezîriya Iraqê hevdengî li ser çêbibe, dê herêma Kurdistanê jî hevkar bibe û piştgiriya wî bike.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkariya Fransa li navçeya Şingalê kir û tekez kir ku her kandîdê postê Serokwezîr ê Iraqê hevdengî li ser hebe, herêma Kurdistanê hevkar dibe û ev yek jî bi mebesta bidestxistina aramî û asayiş û serkeftina proseyeke bo tevahiya Iraqê ye.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku wê hewlên wan ji bo danûstandinên Hewlêr- Bexda û çareserkirina kêşeyan berdewam bikin û bal kişand ser hemahengî û hevkariya di navbeyna civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê û welatên Hevpeyman de û got, “Bi mebesta rûbirûbûna metirsiyên serîhildana DAIŞê û pêwîste hevpeyman mekanîzmayekê deynin.”

Di civînê de herwiha çawaniya pêşvebirina pêwendiyên herêma Kurdistanê û Fransa, seredana meydanî ya şanda mêvan ji bo Şingalê, hemahengî û pêwendiyên herêma Kurdistanê û Bexda bi mebesta aramiya zêdetir li navçeyê, rewşa niha ya Bexda û kandîdkirina Mihemed Tewfîq Elawî ji bo postê Serokwezîrê Iraqê û rewşa aborî beşên din ên hatin axaftin bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin