PeyamaKurd – Tevî ku Serokwezîrê nû yê Iraqê Mustefa Kazimî, soza bicihanîna daxwazên xwepêşanderan da û fermana berdana girtiyên xwepêşanderan derxist jî îro li Iraqê xwepêşandanên nerazîbûna ji hikûmetê berdewam kirin.
Li bajarên mezin ên Iraqê yên: Besra, Kerbela, Wast û Babîlê xwepêşandan hatin lidarxistin û daxwaz ji serokwezîrê nû yê Iraqê Mustefa El-Kazimî hat kirin, xwestekên gel bicih werîne.
Herwiha xwepêşanderan daxwaz ji welatiyên Iraqê jî kir ku li hemû bajarên Iraqê dest bi xwepêşandanan bikin.
Li gorî medyayê Iraqê, piştî ku xwepêşander li Qada Tehrîr a Bexdayê kom bûn ber bi Pira Komarê bi rê ketin û hewil dan bikevin herêma Kesk.
Hat ragihandin ku hêzên ewlekariya Iraqê bi bombebeyên gazê û dengî destwerdana xwepêşanderan kirin û di encamê de 10 xwepêşander birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin