PeyamaKurd - Rêveberiya Hewayî û Fezayê (NASA) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku peyka Rûsyayê ya bi navê Resurs-P1 parçe bûye û diyar kir ku parçebûna peykê ji bo astronotên li Îstgeha Fezayê ya Navneteweyî (ISS) fikarên ewlehiyê peyda kiriye.
Hat diyarkirin ku peykeke Rûsyayê li Orbita Nizm a Erdê parçe bûye û ji ber parçebûna peykê astronotên li ISSê bêçar mane ku demjimêrekê li herêmên ewle bi cih bibin.
NASAyê ragihand ku parçebûna peyka Rûsyayê ya li Gergeha Kêm ya Erdê, ji bo astronotên li ISSê metirsîdar e.
Li gorî nûçeya The Guardianê NASA'yê ragihand ku peyka Resurs-P1 a ku ji aliyê Rûsyayê ve ji kar hatiye derxistin, li Orbita Erdê ya Kêm a ku behsa bilindahiyeke di navbera 1600 û 2000 kîlometreyî li derdora Erdê de dike, têk çû û belavbûna parçeyên wê bûne sedem ku astronotên li ISSê nêzîkî demjimêrekê xwe vekişînin cihekî bi ewle.
Fermandariya Fezayê ya DYAyê ku parçeyên Resurs-P1ê dişopîne, diyar kir ku peyka Rûsî ku têk çûye bi awayekî nêzîkî 100 parçeyî belav bûye, lê belê ev parçe ji bo peykên din ên li herêmê ne gef e.
Fermandariyê da zanîn ku bûyer duh di derdora demjimêr 19.00î de rû daye.
NASA û Fermandariya Fezayê ya DYAyê diyar kirin ku heha niha sedema têkçûna peyka Rûsyayê nehatiye diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin