PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Mûradiyê (Bêgirî) şelala bi heman navî bi xweza û xweşiya xwe ve dibe ciyekî geştiyarî û bi taybetî di dawiya hefê de gelek qelebalix dibe.
Ava şelalê, ji çiyayê Tendûrekî dertê û dikeve nev ava Gol a Wanê. Di nav şelalên Kurdistanê de yek ji ya herî mezine. Di havînan de gelek hînike û xelk ji bo xwe hînik bike xwe dide aliyê şelalê.
Ava ku dibe şelale ya bi navê Bendîmahî ji 30 metreyan dadikeve jêr û li jêr di bin pira Sor de diherike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin