Li Îsraîlê êrîsek pêk hat: Kustî û birîndar hene

Li Îsraîlê êrîsek pêk hat: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Êrîşek şeva  borî li bajarê Elad ê naverasta Îsraîlê pêk hat û di encamê de 3 kesan can dan, 2 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.

Ajansa AFP yê Fransî da zanîn, du kesên ku bivir di destê wan de, ji wesayîtekê daketin û êrîşî kesên peya kirin û pişt re jî bi heman wesayîtê jî reviyan.

Polîsê Îsraîlê dest bi operasyona girtinê ji bo wan her du kesan kir.

Herwiha li gor zanyariyan, navên kesên bûne qurbanî, Yonatan Habakkuk ê 44 salî xwediyê 5 zarokan bûye, Boaz Gol ê 49 salî bavê 5 zarokan bûye û Oren Ben Yiftach jî bavê 6 zarokan bûye.

Êrîş ji aliyê Serokê Fîlîstînê Mehmûd Ebas û herwiha Amerîkayê ve hat şermezarkirin. Lê ji aliyê din ve rêxistina Hemas û rêxistina Cîhad a Îslamî pesnên êrîşê dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin