PeyamaKurd – Li gor ragihandina K24 ê li Iraqê li bajarê Diyala li navça Halisê li gundê Tahvile DEAŞ ê êrîşê bir ser erebeyekî sîvîl. Di encamê de li gor agahiyên di dest de 6 kes mirine û 8 kes birîndar bûne.
Do jî li başûrê bajarê Kerkûkê li navça Reşadê li gundê Sefreyê, DEAŞ ê êrîş biribû ser nêzî gundî û di encamê de 9 polîs miribûn û 2 jî birîndar bûbûn. Di 19 ê mijdarê de li Kerkûkê di êrîşa DEAŞ ê de 4 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dabûn.
Di van mehên dawiyê de DEAŞ êrîşên ji bo ser Herêma Kurdistanê û Iraqê zêdetir kirine, bi taybetî li deverên Kurdistanê yên ku ne di bin rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin