Akre bi projeyên cuda dibe navenda gestiyarî û pîsesaziyê

Akre bi projeyên cuda dibe navenda gestiyarî û pîsesaziyê

PeyamaKurd - Bi projeyên cuda yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tîne, hewl tê dayîn ku navçeya Akreyê ya parêzgeha Duhokê bibe cihê geştiyarî û pîşesaziyê.

Qaymeqamê Akreyê Dilawer Bozo ragihand ku projeya 'Teleferîka Akreyê, hilberîna ronahiyê û 'Tûnêla Çiyayê Pirsê' ji çend projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li Akreyê ne.

Dilawer Bozo da zanîn ku li gel teleferîka ji bo geştiyaran, hilberîna ronahiyê û tûnêla Çiyayê Pirsê, her wiha wê li Akreyê çend projeyên din ên gring ên razemeniya sermayeyê yên wek hilberîna zeytûnan û rûn jî bêne bi encamkirin.

Qeymeqamê Akreyê Dilawer Bozo destnîşan kir ku pêvajoya cîbicîkirina van projeyên stratejîk ên Akreyê dest pê kirine û da zanîn ku projeya ava Akreyê di gelek qonaxan re derbas bû û niha ji sedî 90 ê pirsgirêka kêmasiya avê hatiye çareserkirin.

Dilawer Boza anî ziman ku çend projeyên din ên wek av, elektrîk, rê, tenduristî û perwerdehiyê jî di planasaziya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de cih girtine û ji bo destpêkirinê li benda pesendkirinê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin