PeyamaKurd – Kremlînê, piştî grûba Wagnerê vekişiya, li ser mijarê ragihand ku wê Prigojin li Belarûsê bicîh bibe. Her weha Kremlin li ser peymana ku di navbera Rûsya-serokê Belarûsê û Wagnerê çêkiriye daxwuyanî da. Li ser mijarê berdevkê Kremlînê Peskov got ku wê doza cezayî ya di derbarê damezrênerê Wagnerê Yevgeniy Prigojin de vekirine, wê bi dawî bibe û Prigojin here Belarûsê. Li ser pirsa ku Putin hêj baweriya xwe bi wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê bîne an na de got:
“Li ser mijarê di derbarê ti guhertinekî de agahiya min nîne.”
Peskov li ser grûba Wagnerê ragihandina xwe weha kir:
- Kesên ji grûba Wagnerê yên ku tevlî bûyerê bûne wê di derbarê wan de darizandina edlî çênebe.
-Ji grûba Wagnerê kesê ku bixwaze, wê karibe bi wezareta bergiriyê re peyman çêbike.
-Putin û Lukaşenko vê sibê li ser navbeynkariya Minskê lihev kirin û ev hewla serokê dewleta Belarûsê ya şexsî bû.
-Hedefa dawiyê ew bû ku xwîn nê rêtin û berlêgirtina şerê navxweyî bû. Hewlên Lukaşenko ji bo vê hedefê bû.
-Rewşa îro wê li rewşa meşa leşkerî bandorê neke, leşker êrîşan didin rawestandin û wê herekat dewam bike.
-Wê Putin di nêz de daxwuyaniyekî banga ji bo milletê nede.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin