PeyamaKurd – Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) di nûçeyeke xwe de îdia kir ku wê bi fermana Donald Trump ku 20ê mehê seroktiya wî bidawî dibe, Îsraîl jî tevî çend welatên Rojhilata Navîn bixin bin sîwana Hêzên Navendî yên Amerîka CENTCOMê.
Li gorî nûçeya WSJê, Trump ferman daye ku ji bo teşwîqkirina hevkariya dijî Îranê Îsraîl jî bikeve bin sîwana Hêza Fermandariya Ewropayê (EUCOM) û di bin sîwana CENTCOMê de ligel welatên Rojhilata Navîn dijî Îranê cî bigire.
Bi vî awayî welatên Ereb û Îsraîl jî ketin ser erkên CENTCOMê ku Fermandarê berê yê CENTCOMê Anthony Zinni, li ser wan îdiayan gotiye, "Tam jî dema wê ye ku ev bê kirin. Emê li nêzîk bibînin ku wê welatên ereb Îsraîlê nas bikin û gelekî bi mentiqî ye ku hemû di bin yek navenda hêza Amerîkî de cî bigirin.”
Hêj derbarê van îdiayan de ji rêveberiya nû ya Amerîkayê ya bi seroktiya Joe Biden ku 20ê mehê dest bi kar dike nehatiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin