Kano noqav bûn: 40 mirî

Kano noqav bûn: 40 mirî

PeyamaKurd- Li welatê Kongoyê, li ser rûbarê Qubangi her dem pêşbirk çêdibin û xelk ji xwe re kanoyan li ser avê dajo û bi hevre dikevin pêşbirkê.

Lê ev pêşbirk gelek cara bi talûke ye û kano bi kesên di nav de siwar bûne dikarin noqav bibin û jiyana xwe ji dest bidin.

Lê vê carê ne ji ber pêşbirkê, bi sedema ku li herêmê di navbera serhildêr û artêşa welatê Kongo de şer çêbû, ew xelkê ku ji şer direviya, xwestn ji çemê Qubangiyê derbas bibin û xwe bigihînin Kongoyê. Cîgirê waliyê Ubangiya başûr Jean-Pierre Bakakoye, mijarê weha ragihand:

“Xelk bo xwe bigihînin Kongoyê li kanoyan siwar bûn. Ji ber jimara xelkê zêdebû, kano serû binê hev bûn. Heya niha 40 cesed li qerexê avê dane. Lêgerîna li cesedan dewam dike.”

9 sal berê jî li herêma Dongoyê, civaka Enyele serî hildabû û artêş zoreka zêde dabû ser wan. Di operasyonan de 270 kes miribûn û 200 hezar kes ji ciyên xwe bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin