Ji Buldan û Temellî banga bo Demirtas: Zû biryarê bidin!

Ji Buldan û Temellî banga bo Demirtas: Zû biryarê bidin!

PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, li ser piştî biryara dadgehê ya serbest berdanê ku hîn jî rewşa girtîmayîna Selahattîn Demirtaş nehatiye zelalkirin daxuyaniyek belav kirin. Herdu hevserokan bertek nîşanî rewşa nediyar a li ser Hevserokê berê Selahattîn Demîrtaş didome dan û daxwaz kirin ku dadgeha bilind îtiraza serdozgeriyê ya bo Demirtaş zû bi encam bike.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

“Doza ku Selahattîn Demîrtaş jê dihate darizandin bi yekdengî biryara berdanê hatiye girtin, lê li ser rewşê nediyarîbûnek heye. Li şûna ku Demîtaş bê berdan, niha bi ser îtiraza dozger a ji bo dadgeha bilind dixwazin demê qezenc bikin.”

Hevserokên HDPê bal kişandin ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) a berî niha ya li ser berdana Demîrtaş û gotin ku nêzî 3 sal in bi awayê bê hiqûqî li girtîgehê rehîn tê girtin û diyar kirin: “Li holê biryara DMMEyê heye. Li holê her çendî dereng jî mabe biryara yekdengî ya berdanê jî heye. Li şûna îtiraza dozger a ji bo dadgeha bilidtir divê biryar bê bicihanîn. Careke din bibîr dixin, bê ku serlêdana itirazê biçe dadgeha bilndtir divê Demîrtaş bilez bê berdan. Ji bo ku bêhiqûqî hew bê domandin, divê gavên pêwîst bên avêtin.”

Heyeta dadgehê bi yekdengî biryar da Demirtaş bê tehliyekirin

Ji Demirtaş peyama biryara tehliyekirinê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin