Hîzbullah li Lubnanê hisyariya kaosê da

Hîzbullah li Lubnanê hisyariya kaosê da

PeyamaKurd – Li Lubnanê Hîzbûllaha ku piraniya hilbijartinê li Lubnanê wenda kir, hişyariya kaosê da. Hîzbûllah a Lubnanê di hilbijartinan de piraniya dengan wenda kir û paşî sekereterê giştî yê Hîzbûllahê Hasan Nasrûllah got; eger partiyên ketine meclisê hevkariyê nekin wê kaos derê ortê.

Nasrallah, piştî hilbijartina 15 ê gulanê di rêya video-konferansê de şiroveyan kir. Tevî ku di hilbijartinê de biser neket jî encamê weka ‘serkeftina’ hilbijartina xwe binav kir û weha got:

“Bi eksa weka ku hinek partî dibêjin, îro di meclisê de ti blokekî piraniyê bidest nexist. Ti partiyekî durist jî vê îdîayê nekir. Di hilbijartina 2018 an de me û hevkarên me piraniyê bidest xist lê îro rewşeka weha tineye. Amerîka di çêkirina lîsteyan de bandora wê çêbû û Erebistanê ji bo hinek partî dengen zêde bistînin pere da.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin