Talîban: Me bi Rusyayê re li hev kir

Talîban: Me bi Rusyayê re li hev kir

PeyamaKurd- Rayedarên hikûmeta derbasdar a Talîbanê ragihand ku wan li ser peydakirina gaz û petrolê, bi Rusyayê re li hev kiriye. Hat ragihandin ku dê li ser lihevkirinê, di demeke nêz de peyman were destnîşankirin.

Wekîlê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Afxanîstanê Nûredîn Ezîzî ragihand ku piraniya bankayên Afxanîstan û Rusyayê di bin dorpêçan de ne û ji ber vê yekê jî ew ê veguhestina pereyan, di ser welatekî sêyemîn re bikin.

Bi berdewamî hat eşkerekirin ku peyman li ser kirîna gaz û petrolê hatiye kirin û ew ê di demeke nêz de peyman di navbera herdu aliyan de were destnîşankirin.

Ezîzî da zanîn ku koma wan a teknîkî li Rusyayê ye û li ser veguhestina pereyan dixwaze xebat bimeşîne bê ka dê bi çi awayî bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin