PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro duşemê 20ê Gulanê pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Dawayê ya Îslamî - Rêxistina Iraqê ya bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê partiyê Dr. Xalid Esedî kir.
Di civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêdivîya çareserkirina kêşeyan û bicihanîna tebayî û îstiqrarê bi hev guhertin.
Di wê hevdîtinê de, behsa hevahengiya navbera aliyan ji bo derbaskirina gef û hevrikiyan û pêdiviya çêkirina pêwendiyan û gihîştina hevtêgihiştina navbera pêkhat û aliyên Iraqî hate kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin