Nîjerya: Eger endamên Boko Haramê teslîm bibin dê nên darizandin

Nîjerya: Eger endamên Boko Haramê teslîm bibin dê nên darizandin

PeyamaKurd – Wezîrê ragihandin û çandê yê dewleta Nîjeryayê Lai Mûhammed bo ajansa Nîjeryayê ragihand ku li Nîjeryayê endamên rêxistina Boko Haramê yên ku teslîm bibin dê nên darizandin ji ber peymanên navdewletî hene ku divê hukumet li pey wan here.

Mûhammed got ku di şûna ji wan re efû derxin, yên teslîm bibin wan danarizînin. Peymanên navdewletî bo dîlên şer derfetan didin wan û leşker li gor peymanan bi wan re tevdigerin.

Li eyaleta Bornoyê di meha dawaiyê de li dora 1.500 endamên Boko Haramê bi sedema birçî man teslîm bûn. Lê rêxistin he jî bo asayîşa Nîjeryayê tehdîd e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin