PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî pesend kir ku di budceya sala bê de alîkariya diravî ya "teşwîqa vegerê" ji bo koçberên Şingal û Nînowayê ji nû ve were terxankirin.
Li gorî biryarê, malbatên Kurd ên Êzidî yên ku piştî vegera xwe ya bo Şingalê dê 4 milyon dînar û koçberên din ên vegerin ser zêdên xwe dê 1,5 milyon dînar wergirin.
Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê yê Encumena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî ragihand ku piştî hevdîtina wan a bi Zeydî re ya roja Duşemê (16ê Mijdara 2026an), wan daxwaza jinûvedestpêkirina vê piştgiriya darayî kirine ku di salên 2022 û 2023yan de dihat dayîn lê ji sala 2024an ve hatibû rawestandin.
Kakeyî da zanîn ku serokwezîr soza dabînkirina vê budceyê daye da ku bibe teşwîqek ji bo vegera koçberan; tevî ku li Şingalê wêranbûna xaniyan û kêmasiya xizmetguzariyan wekî astengiyên sereke li pêşiya vegerê dimînin.