150 malbatên Êzidî vegeriyan Şingalê

150 malbatên Êzidî vegeriyan Şingalê

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 150 malbatên êzidiyên Şingalê ku ji ber êrîşên hovane yên DAIŞê ji warê xwe koçber bûbûn û 11 salin li kampên Başûrê Kurdistanê dimîn, vegeriyan warên xwe.

Hate diyarkirin ku bi rengekî fermî vegera xelkê Şingalê destpê kiriye û di vê çarçoveyê de, îro 8ê Hezîranê 150 malbatên Êzidî ji kampên penaberan yên li Herêma Kurdistanê bar kirin û vegeriyan ser cih û warên xwe.

Li gorî çavkaniyan tê çaverêkirin ku di nava vê hefteyê de hejmara malbatên vedegerin ji 600î derbas bike.

Li gorî zanyariyan hîn zêdetirî hezar malbatên din li benda vegerê ne, lê ji ber astengkirina kaxez û belgeyên wan ên fermî, heta niha destûr ji bo vegera wan nehatiye dayîn.