Hêzeke din a Yekîneyên 70 kete bin banê Wezareta Pêsmerge

Hêzeke din a Yekîneyên 70 kete bin banê Wezareta Pêsmerge

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya yekxistina hêzên Pêşmerge û çaksaziyên kabîneya hikûmeta 9emîn a Herêma Kurdistanê de, hêzeke din tevlî Wezareta Pêşmerge bû.

Li gorî zanyariyan, Yekîneya Piştevan a 2yemîn a Pêşmerge ku girêdayî Yekîneyên 70 ya bi ser YNKê ve ye, tevlî hêzên hevbeş ên girêdayî Wezareta Pêşmerge bû.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Yekîneya Piştevan a 2yemîn a Pêşmerge ku girêdayî Yekîneyên 70 ye ketiye bin banê Wezareta Pêşmerge.

Beriya niha jî di çarçoveya biryara 228an a çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de, gelek yekîneyên derveyî wezaretê ketibûn bin banê hêzên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin