PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di serdana xwe ya Tirkiyê de, li bajarê Stenbolê di civîneke rojnamevanî de, bal kişand ser ku dronên Îranê di şerê Ukraynayê de têne bikaranîn û Îran plana şandina moşekên balîstîk jî bo Rûsyayê dike ku ev nayê qebûlkirin.
Stoltenberg got: “Îran balafirên bêmirov di şerê Ukrayna de pêşkeşî Rûsyayê dike û em dibînin ku difikire moşekên balîstîk jî radest bike. Ev nayê qebûlkirin… Divê ti welatek piştgiriyê nede şerê Rûsyayê yê neyasayî.”
Rêveberiya Kîev a Ukraynayê beriya niha ragihandibû ku 400 dronên Îranê li Ukraynayê li dijî sivîlan hatine bikaranîn û diyar kiribû, Moskowê sîparişa zêdetirî 2 hezar balafirên bêmirov daye Îranê ku Tehranê ew îdia red kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin