'Li Gazzeyê cihekî ewle tine ye'

'Li Gazzeyê cihekî ewle tine ye'

PeyamaKurd – Derbarê êrîşa li ser "rêya ewle" ya karwanê kesên ku dixwestin ji bakurê Gazzeyê derkevin, Rêxistina Efûyê ya Navdewletî got, "Ew ditirsin ku herin an neçin wê bimirin."

Di parvekirina ku li ser hesabê Xê yê rêxistina ku navenda wê Îngilîstanê ye hat destnîşankirin ku 6 dîmenên êrîşa di 13ê Cotmehê de li ser "rêya ewle" ya ku Îsraîl diyar kiribû û zextê li sivîlan dikir ku ji bakurê Gazzeyê derkevin ji aliyê rêxistinê ve hatin piştrastkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, artêşa Îsraîlê hişyarî da nexweşxaneyan û saziyên navneteweyî ku ji bakurê Gazzeyê derkevin û ji bo vê jî xeberên hewayî şandin û wiha hat gotin, "Ev hema bêje ne mimkûn e. Bêyî sewqê zarok, nexweş, kal, pîr, jinên ducanî û kesên astengdar nikarin vê rêwîtiyê bikin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, li qemyoneke ku zarok, jin û astengdar jî di nav de nêzî 30 kes têde bûn û 8 wesayit jî êrîş hat kirin.

“Di êrîşa duyemîn de ambulansên hatin herêmê jî hatin derbkirin û xebatkarên rizgarkirinê birîndar bûn. Herî kêm 70 kes mirin. Ev mînakeke din a hovane ye ku çawa sivîlên li Gazzeyê ne xwedî cihekî ewle ne ku biçin. Ew ditirsin ku herin an neçin wê bimirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin