Dawid Tafûrî: Kurdistan cihekî ewle ye ji bo veberhênanê

Dawid Tafûrî: Kurdistan cihekî ewle ye ji bo veberhênanê

PeyamaKurd – Serokê Encumena Bazirganî ya Kurdistan-Amerîka David Tafurî ragihand ku Kurdistan cihekî ewle ye ji bo sermayeguzariyê û got ku kompaniyên Amerîkî dixwazin çalakiyên xwe li Kurdistanê berfirehtir bikin.

Serokê Encumena Bazirganî ya Kurdistan-Amerîkayê ji K24ê diyar kir ku ew dixwazin di paşerojê de zêdetir di warê çandiniyê de veberhênan bikin.

Encûmena Karsaziya Kurdistan-Amerîka (USKBC) di sala 2012an de ji bo bihêzkirina pêwendiyên aborî û bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hat avakirin û îsal jî şandekê serdana Herêma Kurdistanê kir.

Davîd Tafûrî eşkere kir, “Gelek ji wan kompanyayên ku bi me re hatine, berê xwe dane Herêma Kurdistanê û hinekên din jî kompanyayên nû ne ku dixwazin li Herêma Kurdistanê derfetên veberhênanê bigerin” û diyar kir ku kompaniyên ku li Kurdistanê kar dikin dixwazin hebûna xwe berfirehtir bikin ji ber ku ezmûneke wan ya gelek baş heye.

Dawid Tafûrî: “Bi rastî Kurdistan ji bo veberhênanê cihekî ewle ye. Em hêvîdar in di demek nêzîk de hikûmeta nû ji bo berdewamkirina bernameya çaksaziyê bê avakirin. Herwiha em dixwazin di sektora çandiniyê de zêdetir sermayeguzariyê bikin û em dizanin ku ev yek yek ji karên pêşîn ên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Derbarê proseya hinartina petrola Kurdistanê de jî David Tefûrî got, "Em di wê baweriyê de ne ku vekirina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye ji bo petrola ku li Kurdistanê bi awayekî qanûnî tê hilberandin, bigihe bazarên cîhanê girîng e."

Dawid Tafûrî diyar kir ku ew kêfxweş in ku careke din derfeta serdana Herêma Kurdistanê peyda bûye û got, “Me hevdîtineke gelek xweş ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêk anî. Wî bal kişand ser rewşa ewlehî û veberhênanên li herêmê. Herwiha me behsa sektora petrolê û hinartina petrola Herêma Kurdistanê jî kir. Ji bo geşepêdan û vejandina aboriya Kurdistanê bi qasî ku ji destê me were em ê bixebitin ku dest bi hinardekirinê bikin.”

Tefûrî bal kişande ser wê yekê ku di warên cuda yên weke çandinî û geştiyariyê de gelek derfetên baş hene û got, ji bilî wan kompaniyên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, wan gelek kompaniyên nû anîne ji bo sermayeguzariyê di van beşan de û got ku gelek kompaniyên din jî dixwazin veberhênanê bikin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin