Baregeha Barzanî: Sivikatiya bi pîroziyên xelkê babeteke metirsîdar e

Baregeha Barzanî: Sivikatiya bi pîroziyên xelkê babeteke metirsîdar e

PeyamaKurd – Baregeha Barzanî, li ser qetandina Quran'a pîroz li kolanên Hewlêrê, daxuyaniyek belav kir û diyar kir: ‘‘Sivikatiya bi pîroziyên xelkê babeteke metirsîdar e.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyê de da zanîn: ‘‘Şeva borî di torên medyaya civakî çend dîmenên rûpelên Quran'a pîroz kir hatine belavkirin ku mixabin hatine qetandin û li kuçeyekê hatine avêtin. Sivikatiya bi pîroziyên xelkê babeteke metirsîdar e û bi hîç şêweyekê nayê qebûlkirin. Herkes û aliyek li pişt wê kiryara nelirê be amanca wî têkdana asayîşa komeleyetî û fîtnegeriyê û wê cezaya xwe bibine.’’

Di beşeke din ê daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: ‘‘Ew tişta rû daye, derbaskirina hemû sînor û xetên sor e. Em daxwazê ji hemû aliyên pêwendîdar dikin. Pêdaçûnê ji bo vê babetê bikin û rê nedin tawan û reftarên wiha pêk werin.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin