PeyamaKurd – Li ser derketina PKKê ji Şengalê bi daxuyaniyekê Qaymeqamê Şengalê ragihand û got, heta niha jî hêzên girêdayî PKKê li hember bicîhanîna rêkeftina Şengalê astengiyan derdixînin.
Li gor daxuyaniya Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl, hîn çekdarên PKKê ji Şengalê derneketine û li pêşiya bicîhanîna rêkeftina Şengalê dibin asteng.
Herwiha Mehma Xelîl dide zanîn, ew derketina wan ya ku çend roj berê dihat gotin derew bû. Ji ber ku komek çekdarên wan ji nav Şengalê derketin. Lê di rastiyê de hîn ji Şengalê derneketine.
Bi gotina Qaymeqamê Şingalê, ji bo rewşa Şengalê normal û aram bibe û rêkeftina Şengalê jî bicîh were, divê hêzên PKKê bi temamî ji Şengalê derkevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin